Di 24 seatên dawî de li Amerîkayê ji ber Coronavîrus’ê 2091 kesên din jî mirin

Li Amerîkayê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrus’ê mirin derket nêzî 19 hezaran.

Ekleme: 11.04.2020 17:40:13 / Güncelleme: 11.04.2020 17:40:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di 24 seatên dawî de li Amerîkayê ji ber Coronavîrus’ê 2091  kes mirin û hejmara mirîyan derket 18 hezar û 777  kesan.

Li gorî agahîyên ku ji teref Zanîngeha Johns Hopkins  ve hatine belavkirin, hejmara kesên ku bi wan re vîrus hatiye tespîtkirin jî derketiye li ser 501 hezar û 615 kesan û bi mirina 2091  kesên din hejmara mirîyan jî derket 18 hezar û 777  kesan.

Coronavîrus tesîra xwe herî zêde li New York û New Jersey nîşan dide.(ÎLKHA)