Cîhanpur: “Li Îranê heta niha 35 hezar û 465 kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn baş bûn”

Serokê Navenda Agahdarîkirinê ya Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Kîyanuş Cîhanpur li Tahranê di civîna ku tertîp kir de daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Ekleme: 11.04.2020 09:09:25 / Güncelleme: 11.04.2020 09:09:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Cîhanpur di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de  122  kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 4232yan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket 68 hezar û 192  kesan. Her wisa heta niha 35 hezar û 465 kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn baş bûn”(ÎLKHA)