Koalîsyona ku Siûd jê re pêşîvantî dikir ji ber Coronavîrusê li Yemenê agirbest îlan kir

Turkî el-Malîkîyê Berdevkê Koalîsyonê destnîşan kir ew ê agirbest îro dest pê bike û heta 2 heftîyan berdewam bike.

Ekleme: 09.04.2020 13:09:27 / Güncelleme: 09.04.2020 13:09:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Malîkî di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir, ew wê banga agirbestê ya Martîn Grîffîthsê Temsîlkarê Taybet ê Yemenê yê Neteweyên Yekbûyî ya ku ji bo astengkirina belavbûna Coronavîrusê qebûl kirine û destekê didin vê qerarê.

Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê destnîşan kir heta niha li Yemenê tu waqayên Coronavîrusê nehatine dîtin û ger li Yemenê bê dîtin dê qeyraneke mezin a însanî pêk were.(ÎLKHA)