Di êrîşa ku li Pasûrê hat lidarxistin de 5 kesên sîwîl canê xwe ji dest dan

Derbarê êrîşa ku hat lidarxistin de ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Ekleme: 08.04.2020 11:45:17 / Güncelleme: 08.04.2020 11:45:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin “Endamên rêxistina  terorê yên PKKê di 8ê Nîsanê seat 06.30î de li Guleça gundê Pasûra Diyarbekirê êrîş birin li ser welatîyên me yên sîwîl ên ku diçûn birîna daran kirin. Di encama êrîşa ku hat lidarxistin de 5 welatîyên me yên sîwîl şehîd bûn.”

Berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin, ji bo kesên êrîşkar bên girtin li herêmê operasyon hat destpêkirin.(ÎLKHA)