Ew ê ji 2 milyon û 300 hezar malbatên din re alîkarîya civakî bê kirin

Wezîra Xizmetên Civak, Xebat û Malbatê destnîşan kir, ew ê ji 2 milyon û 300 hezar malbatên din re 1000 lîre alîkarîya civakî bê kirin.

Ekleme: 07.04.2020 23:30:16 / Güncelleme: 07.04.2020 23:30:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezîr Zehra Zumrut Selçuk di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew ê alîkarî ji wan kesên ku heta niha alîkarî ji wan re nehatîye dayîn re bê kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hewce nake ku welatîyên me serîlêdanê bikin û ew ê alîkarî ji mala wan re bê anîn.”(ÎLKHA)