Li Filistînê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket 252yan

Di daxuyanîya ku ji teref Midûrtîya Xizmetên Tenduristîyê ya Wezareta Tenduristîyê ya Birêveberîya Filistînê ve hat belavkirin de hat diyarkirin bi 15 kesên din re jî vîrus hat tespîtkirin.

Ekleme: 07.04.2020 14:25:17 / Güncelleme: 07.04.2020 14:25:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin 15 kesên ku bi wan re vîrus hatiye tespîtkirin, li Bedevî, Cedîra û Kutnaya gundên Qudsê dijîn ku bi tespîtên dawî hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket 252yan û ji van 4 kes di lênerîna awarte de tên dermankirin.(ÎLKHA)