Li Îspanyayê bi hezarana xebatkarên tenduristîyê bi Coronavîrusê ketin

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îspanyayê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin heta niha zêdetirî 19 hezarî personel bi vîrusê ketin.

Ekleme: 07.04.2020 11:25:13 / Güncelleme: 07.04.2020 11:25:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin hejmara personelên ku bi vîrusê ketine 19 hezar û 400 kes e ku ev jî zêdetirî ji sedî 14ê wan kesên ku li Îspanyayê bi vîrusê ketine ye.

Li Îspanyayê heta niha 11 doktor, hemşîreyek jî di nav 13 personelên tenduristîyê ji ber vîrusê mirin.(ÎLKHA)