Walîyê Qudsê ji teref çeteyên siyonîst ve hat desteserkirin

Çeteyên siyonîst û îşxalker, Walîyê Qudsê Adnan Gays desteser kirin.

Ekleme: 05.04.2020 15:40:05 / Güncelleme: 05.04.2020 15:40:05 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin çeteyên siyonîst û îşxalker vê şeveqê êrîş birin li ser mala  Walîyê Qudsê Adnan Gays û ew desteser kirin.

Gaysê ku berî niha demekê êsîr mabû ji roja ku bûye Walî vir ve li rasta êrîşa siyonîstên êrîşkar û îşxalker tê. Siyonîstên îşxalker gelek caran Adnana Gays ji Mescîda Eqsa û Şerîaya Rojava derxistin û bûn asteng ku bi derdora xwe re têkeve pêwendîyê.(ÎLKHA)