Rewşa Mela Mehmûdê ku ji ber Coronavîrusê tê dermankirin ber bi başbûnê ve diçe

Lêkolîner û Nivîskar Mela Mehmûd Kilinçê ku pê re Coronavîrus hatibû tespîtkirin û li nexweşxanê diaht dermankirin ber bi başbûnê ve diçe.

Ekleme: 05.04.2020 13:45:19 / Güncelleme: 05.04.2020 13:45:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê rewşa de ji teref lawê wî, Usame Kilinçê ku çûbû dîtina wî ve daxuyanîyek hat dayîn.

“Em li benda diayên we ne”

Usame di daxuyanîya ku li ser medyaya civakî belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir “Hewceyî tirsê tune ye, em li benda diayên we ne” û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Îro ez çûm dîtina bavê xwe û apê xwe Mihemed. Hemd ji Xwedê re ku rewşa her duyan jî baş e. Tiştekî ku meriv jê bitirse tune ye. Bi izna Xwedê û bi diayên we em ê vê pêvajoyê li pey xwe bihêlij. Xweda ji we tevekan razî be. Em li benda diayên we ne.”(ÎLKHA)