Li Hollandayê 148 kesên din jî ji Coronavîrusê mirin

Li welêt hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket hezar û 487 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket 15 hezar û 723 kesan.

Ekleme: 04.04.2020 14:50:12 / Güncelleme: 04.04.2020 14:50:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref rayedarên Wezareta Tenduristîyê ya Hollandayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; di 24 seatên dawî de 148 kesên din canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket hezar û 487 kesan.

Hat ragihandin hejmara kesên pêketî jî derket 15 hezar û 723kesan.(ÎLKHA)