Li Fransayê ji ber Coronavîrusê 588 kesên din jî canê xwe ji dest dan

Di 24 seatên dawî de li Fransayê ji ber Coronavîrusê 588 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 6hezar û 507 kesan.

Ekleme: 04.04.2020 11:55:11 / Güncelleme: 04.04.2020 11:55:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li welêt bi 64 hezar û 338kesan re vîrus hatiye tespîtkirin.

Derbarê mijarê de ji teref rayedarên Fransayê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, niha 6 hezar û 662 kes di lênerîna awarte de tên dermankirin û heta niha 14 hezar û 802 kes jî baş bûne.(ÎLKHA)