Li Îranê ji ber Coronavîrusê hejmara mirîyan derket 3 hezar û 160 kesan

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 160 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 3160 kesan.

Ekleme: 03.04.2020 09:55:13 / Güncelleme: 03.04.2020 09:55:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 3160î û hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 50 hezaran.

Serokê Navenda Agahdarîkirinê ya Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Kîyanuş Cîhanpur li Tahranê di civîna ku tertîp kir de daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Cîhanpur di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de  160 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 3160î û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket li ser 50  hezarî .”(ÎLKHA)