Wezîr Koca: Di 24 seatên dawî de 79 welatîyên me canê xwe ji dest dan

Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca destnîşan kir ji ber Coronavîrus’ê 79 welatîyên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dan derket 356 kesan.

Ekleme: 03.04.2020 07:15:06 / Güncelleme: 03.04.2020 07:15:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Koca di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir, îro 18 hezar test hatine kirin ku ji van testan 2 hezar û 456 test pozîtîf derketin ku bi van reqemên dawî hejmara mirîyan derket 356 kesan û yên pêketî jî derket 18 hezar û 135 kesan.(ÎLKHA)