Li Belçîkayê di 24 seatên dawî de 183 kesên din jî ji ber Coronavîrusê mirin

Bi van hejmarên dawî hejmara kesên ku ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan derket 1011 kesan.

Ekleme: 03.04.2020 06:45:06 / Güncelleme: 03.04.2020 06:45:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Navenda Qeyranê ya Belçîkayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; li Belçîkayê di 24 seatên dawî de 183 kesên din jî ji ber Coronavîrusê mirin û bi van hejmarên dawî hejmara kesên ku ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest  dan derket 1011 kesan.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin  hejmara kesên ku bi vîrusê ketine hezar û 384 kes zêde bû û derket 15 hezar û 348 kesan.(ÎLKHA)