Li Amerîkayê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrus’ê mirin derket 4 hezar û 90 kesan

Di 24 seatên dawî de li Amerîkayê ji ber Coronavîrus’ê 920 kes mirin û hejmara mirîyan 4 hezar û 90 kesan.

Ekleme: 01.04.2020 19:20:13 / Güncelleme: 01.04.2020 19:20:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji teref Zanîngeha Johns Hopkins  ve hatine belavkirin, hejmara kesên ku bi wan re vîrus hatiye tespîtkirin jî derketiye 189 hezar û 633 kesan û bi mirina 920 kesên din hejmara mirîyan jî derket 4 hezar û 90 kesî.

Coronavîrus tesîra xwe herî zêde li New York û New Jersey nîşan dide.(ÎLKHA)