Nureddîn Teymurê Endamê Birêveberîya Weqfa Evîndarên Pêxember derheqê peyamê de daxuyanî da endamên çapemenîyê û got “Me her sal bi coşeke mezin meha Mewlûdê pêşîwazî dikir , lê belê îsal ji ber şoba gerdûnî ya ku digel temamê tevdîrên ku hatin standin belavî temamê dinyayê bû, em bi şikleke mehzûn vê mehê pêşîwazî dikin. Li welatê me bi xwe jî vê şoba Covid-19 tesîra xwe nîşan dide û hetta dibe sedema mirinan ku ji bo zêdetir belav nebe û pêşîya wê bê girtin, me biryara betalkirina temamê bernameyên xwe yên mewlûdê yên ku dê di sala 2020an de bi mijara “Hz. Muhammedê ku Rêberê Malbata Mînak e” de hatibana lidarxistin da.”
Teymur di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Ji ber vê betalkirina ku hat kirin em wek Evîndarên Pêxember wê peyama ku di bernameyan de bi gelê xwe re parve dikir îsal em bi şikleke nivîskî bi gelê xwe re parve dikin.”
Teymur, maddeyên Peyama Evîndarên Pêxember a “Famkirina Hazretî Pêxember û Tetbîqkirina Sunneta Wî” wisa bi rêz kir:
1.Divê bi ulfet û muhabbetê; ew “sazîya malbatê” ya ku çavkanîya Saadetî Dareyn e ji nû ve bê îhyakirin
Malbat, temela civaka bi sihhet û çavkanîya şadî û hizûra ferdan e. “Xweda ji bo hûn bigihijin sukunetê û hizûrê bibînin ji cinsên we ji we re hevseran xuliqand û hezkirin û merhametê di nav we de bi cî kir ku ev yek ji ayetên Xwedê ne.”(Rum-21) Divê guh bê dayîn peyama nebevî ya Pêxemberê Îslamê “Bixêrtirînê we ew kes in ku li hember malbata xwe bi xêr in.” û divê di xêrê de însan bikevin pêşbirkê.
2.Divê bi uxuvvet û muavenetê em ji wan birayên xwe yên ku bûne Muhacir re bibin Ensar.
Ew mezlûmên ku welatên wan bi ser wan de hatiye xerakirin, bajarên wan hatine talankirin û malên wan hatine hilweşandin; ne “bar” û penaber in; berewajî bi mizgînîya ayeta 9emîn a Sûreya Haşrê dibe ku wesîleya rizgarîya me bin.
“Ew kesên ku berî wan(muhaciran) li wê derê bi cî bûne û îmanê di qelbên xwe de bi cî kirine, ji wan kesên ku hîcret kirine hez dikin. Ji ber wan tiştên ku ji wan re tê dayîn qet tiştek nayê li ber dilên wan û aciz nabin. Her çi qas ev gelek zêde muxtacê tiştekî bin jî wî tiştî didin wan kesên hicretkirî. Her kî ji qesîsîya nefsa xwe û ji xirsa xwe, xwe muhafeze bike ew kes gihaştine xelasî û rizgarîyê.”(Haşir-9)
3. Li wan wargehên Îslamê hakimkirina sulh û selametê encax bi tesîskirina biratîya ku Rebbê me ji me dixwaze mimkûn e.
“Mu’min birayên hev in. Naxwe navbera birayên xwe dirist bikin. Li hember Xwedê bêîtaatîyê nekin da ku merhemetê li we bike.”(Hucurat-10)
“Misliman birayê Mislimanan e, zilm lê nake, di dema tehlûkê de wî bi tena serê xwe nahêle. Her kî di warê îxtîyacekî de ji birayê xwe re bibe alîkar ew ê Xweda jî ji wî kesî re bibe alîkar. Her kî Mislimanekî ji tengasîyekî xelas bibe; ew ê Xweda jî wî kesî roja qiyametê ji tengasîya xelas bike.Kî xwedî li Mislimanekî derkeve ew ê roja qiyametê jî Xweda lê xwedî derkeve.”( Buharî, Muslîm, Ebu Davud û Tîrmîzî)
Tu peyman, meslehetên şexsî û pêwendîyên navneteweyî me heqdar nakin ku em ji dêla birayên xwe yên Misliman ve zalim û dijminên Îslamê tercîh bikin. Di serî de li welatên Îslamê û her wisa li temamê dinyayê bi hakimbûna Îslamê mimkûn e ku dinya bibe warê aştîyê.
4. Marîfet û hîkmet; ji xwe re Kelamullah kirina Rêber û wek rê girtina Sunneta Senîyyê ye.
Qur’an ji me re tiştên ku divê em bikin û hedîs em ê van tiştan çawa bikin îzah dike.
“Bibêje; ger hûn ji Xwedê hez dikin tabiê min bibin da ku Xweda jî ji we hez bike û gunehên we efû bike.”(Al-î Îmran-31)
“Ez ji we re du emanetan dihêlim, heta ku hûn xwe bi wan ve bigirin nakevin dalaletê.”(Xutbeya Wedayê)
Di wextekî ku lê tarîtî hakim e, rê û îdeolojîyên xerbî zirarê didin fikrîyata me de marîfet ew e ku em di warê bawerî, fikr û ramanê de li gorî Qur’anê hereket bikin. Di vê dewra dawî ya ku tê de rêyên xerab zêde bûne, tefrîqa zêde bûye, cehaletê em dorêç kirine de hîkmet ew e ku em îstîqameta rast û “Usûla Nebewî” ji xwe re bikin rê.
5. Şeref û izzet; bi şikleke fedakarane muhafezekirina qudsîyeta Dînê Mubîn e.
Izzet a Xweda, Resûlê Wî û ya mu’minan e.
“Ew kesên ku ji dêla Mislimanan de kafiran ji xwe re dikin dost, ma li ba wan li izzetê digerin?Bila ew kes bizanibin ku temamê izzetê bes aîdî Xweda ye.”(Nîsa-139)
Mescîda Eqsa û Quds; mîrasa Pêxemberan, mizgîna Hz. Muhammed Mustafa û aramgaha temamê dînên semawî ye. Beytul Maqdîs; xewna Selahaddînê Eyyûbî, qibleya ewil a Mislimanan û izzet û rûmeta Mislimanan e.Doza Qudsê ji bo Mislimanan meseleyeke îtîqadî û jêveneger e. Muhabbeta me ya Qudsê nîşaneya helwesta me ya bi şeref a ku ne girêdayîyê tu hesabî ye.Ew plana aştîyê ya qaşo ya ku ji teref hêzên emperyal ve di bin navê “Peymana Sedsalê” de tê xwestin bê tetbîqkirin, “peymana sedsalê ya îxanet û xerakirinê ye” ku ev di nez de Mislimanên bi şeref bêhukm e. Rizgarkirina Beytul Maqdîsa ku ji teref Xweda ve mibarek hatiye îlankirin, li ser temamê Mislimanan deynê wefayê ye.Em îlan dikin em ji bo temamê dayînên bedelên ku dê di oxira rizgarîya Qudsê de bê dayîn re amade ne.
6. Dewlemendî û serwet divê bi hakkanîyet û edalet di nav gel de bê belavkirin.
Dewlemendî û dahatên welat, heqê hevpar ê temamê ferdan e.Ne mimkûn e ku di wan civakên ku kesên serdest dewlemendîyên xwe zêde dikin û ji alîyê din ve mezlûm ji nanê zûwa re muxtac tên hiştin de di nav aştîyê de pêkhevî bê domandin. Fermana Îlahî “ Bixwin, vexwin lê îsraf nekin. Lewra Xweda ji wan kesên ku îsrafê dikin hez nake.”(Araf-31) damara sereke ya pergala îqtîsadê ye. Divê temamê meaş û destheqan li gorî tedarikkirina îxtîyacên asxarî û zarûrî bin. Em weke ku Hz. Elî gotiye bawer dikin: “Ger li dereke dinyayê kesekî ku ji parîyek nan re muxtac hebe, muheqqeq li dereke din a cîhanê hinek kesên ku zêdetirê îxtîyacên xwe dixwin û stok dikin hene.” Ew wekhevî, refah û hurrîyeta ku ji teref pergalên beşerî ve dihatin waadkirin nehatin. Feqîr zêdetir feqîr bûn, însan êdî di memleketên xwe bi xwe de jî ji hurrîyetê mahrûm man. Wekhevî li memleketên wan bi xwe jî tune ye, ew kes şêwazên dizîtî û xesbê bi rêyên ku nayê bîra tu kesî keşif kirin û talanê zêde kirin.
Naxwe, divê terka wê pergala îqtîsadî ya ku li ser temamê dinyayê ferz kirine bê kirin û demildest divê bê derbasbûn pergaleke wisa ku ew pergal adil be, bêfaîz be, hemû kes bigihije heqqê xwe, tu kes lê birçî û li derve nemîne, lê îsrfa û zilm neyê kirin. .(ÎLKHA)