Li Fransayê 418 kesên din jî ji Covid-19 mirin

Ji ber Coronavîrusa ku temamê dinyayê daye ber xwe û dibe sedema mirinan li Fransayê hejmara mirîyan her ku diçe zêde dibe.

Ekleme: 31.03.2020 15:05:14 / Güncelleme: 31.03.2020 15:05:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Fransayê di 24 seatên dawî de ji ber Coronavîrus’ê 418 kesên din jî mirin û hejmara mirîyan li Fransayê derket 3 hezar û 24 kesan.Nêzî 21 hezar kes li nexweşxaneyan di bin muşahedê ne û 5 hezar û 107 kes jî di lênerîna giran de tên dermankirin.

Hat ragihandin li herêma Moselle ya Fransayê ji ber vîrusê 6 personelên tenduristîyê canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)