Li Amerîkayê hejmara kesên ku bi Coronavîrus’ê ketin derket li ser 165 hezar kesan

Heta niha li tevahîya Amerîkayê zêdetirî 3 hezar kes ji ber vîrusê mirin.

Ekleme: 31.03.2020 14:05:12 / Güncelleme: 31.03.2020 14:05:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê destnîşan kir heta îro zêdetirî milyonekî test li ser însanan hatiye kirin.

Trump di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, bila hemû kes li gorî wan tevdîrên ku hatine standin hereket bikin û bila hemû kes haya xwe ji mesafeya civakî bike.

Trump di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir li pêşîya wan 30 rojên zor û zehmet hene û ev 30 roj bo wan gelek zêde muhîm in.(ÎLKHA)