Li Iraqê ji ber Coronavîrus’ê hejmara mirîyan derket 46 kesan

Hejmara kesên ku ji ber Coronavîrus’ê li Iraqê canê xwe ji dest dan derket 46 kesan û heta niha bi 630 kesan re vîrus hat tespîtkirin.

Ekleme: 31.03.2020 12:05:14 / Güncelleme: 31.03.2020 12:05:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Hawîrdor û Tenduristîyê yê Iraqê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; hejmara kesên ku ji ber Coronavîrus’ê li Iraqê canê xwe ji dest dan derket 46 kesan û heta niha bi 630 kesan  re vîrus hat tespîtkirin ku heta îro 152 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn.(ÎLKHA)