Trump wextê tevdîrên ku li dijî Coronavîrus’ê hatibûn standin heta 30ê Nîsanê dirêj kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi daxuyanîya ku li Qesra Spî da destnîşan kir “Ev kabûs dê rojekê bi dawî bibe.”

Ekleme: 30.03.2020 17:55:16 / Güncelleme: 30.03.2020 17:55:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Trum di daxuyanîya ku da de destnîşan kir “2 heftîyên li pêşîya me gelek muhîm in. Divê hemû kes wezîfeya ku dikeve li ser milên wan bi cî bînin û haya xwe ji mesafeya civakî bikin. Ev kabûs elbet dê rojekê bi dawî bibe.Me biryar da ku wextê tevdîrên ku li dijî Coronavîrus’ê hatibûn standin heta 30ê Nîsanê dirêj bikin. Ger me tu tişt nekiribana dibû ku 2,2 milyon însan bimirana. Lê belê ger di vê pêvajoyê de 100 hezar an jî 200 hezar însan bimirin wê demê tê famkirin ku me karekî baş kiriye.”(ÎLKHA)