Li welatên Îslamê li dijî Coronavîrus’a di asta herî jor de tedbîr tên standin. Li Tirkîyê hat xwestin ku di nimêja Înê de nimêja nîvro û nimêjên din di malan de bê edakirin ku li welatên din jî tevdîrên mîna vê tên standin.
Di vîdeoyeke ku li Endonezyayê hat kişandin de tê dîtin ku Mislimanên ku dixwazin nimêjên xwe li mizgeftan bikin berî ku bikevin camîyê dezenfekte dibin û dû re derbasî mizgeftê dibin.(ÎLKHA)