Li 8 bajaran 13 gund hatin xistin karantînayê

Li tevahîya Tirkîyê ji ber Coronavîrusa ku her ku diçe belav dibe gelek gund hatin xistin bin karantînayê.

Ekleme: 30.03.2020 11:45:14 / Güncelleme: 30.03.2020 11:45:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê gundên ku hatin xistin karantînayê de  ji teref Walîtîyên bajaran ve daxuyanî hat belavkirin.

Li gorî daxuyanîyên ku hatine belavkirin ji ber Coronavîrusê; li gundê Maltapeya Çana navçeya Çanakkaleyê,  li gundên Akıncılar/Şenbağlar; Koyulhisar/Boyalı ve Dilekli; Suşehri/Boyalıca û Gökçekaşa Sîwasê, li Karadîkmene girêdayê Çamoluka navçeya Gîresunê, li Aliöza girêdayê Çerkeşa navçeya Çankiriyê, li Yeşildereya Kutahyayê, li Yukari Kularcaya gundê Şîrana Gumuşhanê, li Derbenta Yozgatê û li li Egnira Arapgirê û Ilicaya Darendeya Malatyayê  karantîna hat destpêkirin.(ÎLKHA)