Zarîf ji bo welatîyên Îranê yên ku li Amerîkayê girtîne bên berdan bang li Amerîkayê kir

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarîf bang li birêveberîya Amerîkayê kir da ku wan girtîyên Îranî yên ku di girtîgehên Amerîkayê de tên girtin bên berdan.

Ekleme: 28.03.2020 16:30:23 / Güncelleme: 28.03.2020 16:30:23 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Zarîf li ser medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Zarîf di daxuyanîya ku belav kir  derbarê mijarê de wisa got: “ Amerîka wan însanên zanyar ên Îranî yên ku bêsûc û belesebeb û bi hincetên mueyyîdeyên sexte rehîn standine serbest bernade; hetta mehkemeyên wan bi xwe jî van sûcdarkirinan  qebûl nekirine.”

Zarîf di berdewama daxuyanîya xwe de bang li birêveberîya Amerîkayê kir û got: “Ev welat di pêvajoya şobeke wisa destûra nexweşîyê nade wan însanên masûm ên ku di wan girtîgehên tirsnak de tên girtin. Welatîyên me serbest berdin!”(ÎLKHA)