Serokwezîrê Îngîlterê Johnson bi Coronavîrusê ket

Borîs Johnsonê Serokwezîrê Îngîlterê yê ku testa wî ya Coronavîrusê pozîtîf derket destnîşan kir ew ê xebatên hikûmetê di karantînayê de bidomîne.

Ekleme: 27.03.2020 17:35:36 / Güncelleme: 27.03.2020 17:35:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Johnson di daxuyanîya ku li ser medyaya civakî belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir ku testa wî Coronavîrusê pozîtîf derketiye û dû re wiha got: “ Ez ê xebatên hikûmetê dê di karantînayê de bidomînim. Ji ber ku bi min re vîrus derket test li ser xanim û qîza min jî hat kirin.”(ÎLKHA)