WPT: Di 10 rojan de 3 hezar û 541 kesên ku hewl didan sînor derbas bibin hatin girtin

Wezareta Parastinê ya Tirkîyê di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir di derbasbûnên xeyrî qanûnî yên ku hatin kirin de 500 qarton cixare û 15 kîlo tiryak hat bidestxistin.

Ekleme: 26.03.2020 15:40:14 / Güncelleme: 26.03.2020 15:40:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê ji teref Wezareta Parastinê ya Tirkîyê ve li ser medyaya civakî daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; di 10 rojan de 3 hezar û 541 kesên ku hewl didan sînor derbas bibin hatin girtin ku exlebeyê wan Sûrîyeyî bûn.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di derbasbûnên ku xwestin bên kirin de 500 qarton cixare û 15 kîlo tiryak hat bidestxistin.(ÎLKHA)