Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Îranê bang li temamê welatan kir

Antonio Guterres Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bang li temamê welatan ku û ji wan xwest ku di warê micadaleya li dijî Coronavîrusê de bi Îranê re hevkarîyê bikin.

Ekleme: 25.03.2020 18:25:11 / Güncelleme: 25.03.2020 18:25:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew destekeke kamil didin wê danezana Komîsera Bilind a Mafên Însanan a Neteweyên Yekbûyî ku wê gotibû ku divê ew ambargoya li ser wan welatên ku bi Coronavîrusê micadele tê sepandin pêwîst e bê rakirin.

Stephane Dujarric di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir Antonio Guterres Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî di vî warî de bi hinek welatan re hevdîtinê dike.(ÎLKHA)