NY:Divê ambargoya li ser wan welatên ku bi vîrusê re micadele dikin bê sekinandin

Komîsera Bilind a Mafên Însanan a Neteweyên Yekbûyî Mîchel Bachelet destnîşan kir, divê ambargoyên ku li ser welatên mîna Îranê bi Coronavîrusê re micadele dikin tê sepandin bê rakirin.

Ekleme: 25.03.2020 15:15:16 / Güncelleme: 25.03.2020 15:15:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bachelet di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de derbarê mijarê de wisa got: “Di wextekî wisa de him ji bo tenduristîyê û him jî ji bo parastina jiyan û mafên bi milyonan mirovan ew ambargo bên kêmkirin an jî bên sekinandin. Divê nexasim ambargoyên ku li ser teçhîzatên tibbî yên ku herî zêde lazim in bên sivikkirin.(ÎLKHA)