Li Îspanyayê ji ber Coronavîrusê hejmara mirîyan derket 3 hezar 434 kesan

Coronavîrusê ku li Wuhana Çînê derket holê û li temamê cîhanê belav bû li Îspanyayê hêj dibe sedema mirina. Li Îspanyayê di rojekê de 738 kesên din jî mirin.

Ekleme: 25.03.2020 14:25:12 / Güncelleme: 25.03.2020 14:25:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îspanyayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin di 24 seatên dawî de 738 kesên din jî ji ber Coronavîrusê mirin û canê xwe ji dest dan ku bi van hejmarên dawî hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê li Îspanyayê mirin derket 3 hezar û 434 kesan.(ÎLKHA)