Derîyê Sînor a Kapikoy Karahudut a li Wanê ji têketin û derketina rêwîyan re hat girtin

Têketin û derketinên rêwîyan a ji Derîyê Sînor Kapikoy Karahudut a li Wanê ji doh êvarî ji nîvê şevê pêve hatin rawestandin.

Ekleme: 25.03.2020 14:20:15 / Güncelleme: 25.03.2020 14:20:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Wanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; ji ber Coronavîrusa ku li Îranê her ku diçe belav dibe û tesîra xwe zêde dike têketin û derketina rêwîyan a ji Derîyê Sînor Kapikoy Karahudutê ji bo demekê hatin rawestandin.(ÎLKHA)