Li Tirkîyê ji ber Coronavîrusê hejmara mirîyan derket 44 kesan

Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca destnîşan kir ji ber Coronavîrusê 7 nexweşên din jî canê xwe ji dest dane û hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 44 kesan.

Ekleme: 25.03.2020 09:09:23 / Güncelleme: 25.03.2020 09:09:23 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Koca di daxuyanîya xwe ya ku li ser medyaya civakî belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir “Çend kes? Li 195 welatî her roj ev pirs tê kirin. Digel ku mirin çêbibin jî ji bo Tirkîyê ne dereng e. Tedbîr dikare pêşîya zêdebûnê bigire. Di 24 seatên dawî de li ser 3 hezar û 953 kesan test hat kirin ku di encama van testan de bi 343 kesên din re vîrus hat tespîtkirin û îro 7 nexweşên me yên din jî canê xwe ji dest dan. Yek ji wan nexweşê KOAHê bû.”(ÎLKHA)