Li Wuhana Çînê ya ku navenda corona vîrusê bû karantîna bi dawî dibe

Hat ragihandin li Wuhana Çînê ya ku corona vîrus lê derket holê û bû sedema mirina gelek kesan di 8ê Nîsanê de karantîna tê rakirin.

Ekleme: 24.03.2020 16:09:35 / Güncelleme: 24.03.2020 16:09:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî giştînameyên ku hatine belavkirin ew ê ji wan însanên ku xwedîyê koda tenduristîyê ya kesk in re destûr bê dayîn da ku ji welatên Wuhan û Hubeîyê derkevin.

Di 23yê Çileyê de ji ber corona vîrusê li Wuhanê têketin, derketin, seferên balafir û trênê û derketina derve hatibû qedexekirin ku li wê derê ji ber corona vîrusê 3 hezar û 260 kes mirin.(ÎLKHA)