Qayyûm hat avêtin li ser 8 şaredarîyan

Hat ragihandin li Bidlîs, Îdir, Sêrt, Êlih û Diyarbekirê qayyûm hat avêtin li ser 8 şaredarîyên HDPyî.

Ekleme: 24.03.2020 11:45:16 / Güncelleme: 24.03.2020 11:45:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di bergeha qanûna 47emîn a Qanûna Şaredarîyê û maddeya 127emîn a Makeqanûnê de serokên Şaredarîyên Êlih, Erxanî, Exîl, Licê, Farqîn,  Norşîna Bidlîsê, Halfetîya navçeya Îdirê, Gokçebaga navçeya Sêrtê ji wezîfê hatin dûrxistin û di şûna wan de qayyûm hat tayînkirin.(ÎLKHA)