Li Îtalyayê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê mirin derket 2 hezar û 503 kesan

Hat ragihandin li îtalyayê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê mirin derket 2 hezar û 503 kesan û heta niha zêdetirî 24 hezar kesan re coronavîrus hat tespîtkirin.

Ekleme: 18.03.2020 10:25:12 / Güncelleme: 18.03.2020 10:25:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Midûrê Giştî yê Parastina Sîwîlan Angelo Borrellî derbarê coronavîrusa ku li Îtalyayê tesîra xwe zêde dike de daxuyanîyek belav kir.

Borelî di daxuyanîya ku da de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 345 kesên din jî ji ber coronavîrusê mirin û dû re wiha destnîşan kir: “Heta niha zêdetirî 24 hezar kesan re coronavîrusê ketine û hejmara kesên ku  ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan jî derket 2 hezar û 503 kesan.”(ÎLKHA)