Ji teref Walîtîya Edîrneyê ve derbarê penaberên ku hewl didin ji ser Yunanistanê derbasî Ewrûpayê bibin de daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin “Di midaxeleya ku ji teref Yunanistanê ve li penaberan hat kirin de heta niha 3 kes canê xwe ji dest dan û 214 penaber jî birîndar bûn. Heta 147 hezar penaber derbasî Yunanistanê bûn.”(ÎLKHA)