Li Afyonkarahîsarê otobusa rêwîyan qulibî: 37 birîndar

Hat ragihandin qeza ji ber berf û bagerê pêk hat.

Ekleme: 17.03.2020 10:09:26 / Güncelleme: 17.03.2020 10:09:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa bi plaqeya 27 LM 821 a ku ajokarê wê Îbrahîm Xelîl Hîlaloglu bû li nêzî bajaroka Karadîllîya navçeya Şuhuta Afyonkarahîsarê ji ber qeşeya ku ketibû qeza kir.

Piştî ku xeber hat dayîn re ekîbên tenduristîyê hatin sewqkirin cihê bûyerê.

37 kesên ku di qezayê de birîndar bûbûn bi ambûlansan hatin rakirin nexwşexanê.(ÎLKHA)