Li Wanê cesedê 7 kesan hat dîtin

Li Çaldirana Wanê li ber sînora Îranê cesedê 7 kesên ku tê diyarkirin penaber in hat dîtin.

Ekleme: 14.03.2020 13:20:18 / Güncelleme: 14.03.2020 13:20:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Wanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di encama xebatên ku doh ji teref AFADê ve hatin kirin de li Çaldirana Wanê li ber sînora Îranê cesedê 7 kesên ku tê diyarkirin penaber in hat dîtin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin dibe ku  cesedên ku hatine dîtin ên penaberên Efxan, Pakistan û Sûrîyeyî ne.(ÎLKHA)