Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê: Ewrûpa bû navenda corona vîrusê

Ji teref Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê ve hat belavkirin de hat diyarkirinî, êdî navenda corona vîrusê ne Çîn e; Ewrûpa ye.

Ekleme: 14.03.2020 11:09:25 / Güncelleme: 14.03.2020 11:09:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê Tedros Adhanom Ghebreyesus derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Tedros Adhanom Ghebreyesus di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, li Ewrûpayê hejmara kesên ku ji ber corona vîrusê mirine û bi vîrusê ketine ji yên Çînê zêdetir bûne û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Êdî navenda corona vîrusê ne Çîn e; Ewrûpa ye.”(ÎLKHA)