Li Kurdistana Başûr ji ber corona vîrusê derketina derve hat qedexekirin

Ew ê qedexeya derketina derve 2 rojan berdewam bike û bi vê yekê tê xwestin ku pêşîya belavbûna corona vîrusê bê girtin.

Ekleme: 14.03.2020 11:05:14 / Güncelleme: 14.03.2020 11:05:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Hundir ê Kurdistana Başûr ve hat belavkirin de hat diyarkirin, ji bo pêşîya belavbûna corona vîrusê bê girtin li Hewlêr û Silêmanîyê heta 48 seatan qedexeya derketina derve hat îlankirin.

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin dema ku rewşên şikdar bên dîtin bila welatî li nimreya 122yan bigerin.(ÎLKHA)