Erdogan: Ger rejîm li gor agirbestê hereket neke em ê bersivê bidinê

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdoganê ku di Civîna Komî ya Partîya xwe de axivî di warê agirbestê de hişyarî li rejîma Sûrîyê kir.

Ekleme: 11.03.2020 16:09:43 / Güncelleme: 11.03.2020 16:09:43 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Erdogan di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir “Em ne ji bo îşxalê û ne jî ji bo îlhakê  çûn Sûrîyê.Micadeleya me ya li Sûrîyê ji bo ewlehîya sînorên welatê me  û rizgarkirina jiyana bi milyonan însanan e. Ger rejîm li gor agirbestê hereket neke em ê bersivê bidinê.”(ÎLKHA)