Pentagon: Ger Tirkîye S-400an îade neke nikare Patrîotan bistîne

Jonathan Hoffmanê Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê, destnîşan kir ji bo Tirkîye karibe Patrîotan bistîne divê pergalên parastinê yên S-400î îadeî Rûsyayê bike.

Ekleme: 11.03.2020 09:45:11 / Güncelleme: 11.03.2020 09:45:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hoffman di berdewama  daxuyanîya xwe de diyar kir helwesta di vê mijarê de  ya Mark Esper, ji roja ku hatiye wezîfê vir ve  diyar e.

Erdogan di rêya vegerê ya Belçîkayê de qala patrîotan kiribû û gotibû “Me ji wan re gotibû ku ger hûn ê bidin me em ji we patrîotan bistînin.”(ÎLKHA)