Wezîrê Tenduristîyê: “Testa corona vîrusê yê welatîyekî me pozîtîf derket”

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê li Enqerê derbarê geşedanên dawî yên derheqê corona vîrusê de daxuyanî da.

Ekleme: 11.03.2020 08:20:12 / Güncelleme: 11.03.2020 08:20:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Koca di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, nexweşekî ku jê hat şiphekirin pê re corona vîrus heye hat rakirin nexweşxanê û testên corona vîrus lê hatin kirin.

Fahrettîn Koca di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir: “Di encama testên ku hatin kirin de hat tespîtkirin ku bi welatîyê me re corona vîrus heye.”

Koca di berdewama daxuyanîyê de xwe de diyar kir ne mecbûrî be bila tu kes neçe derveyî welêt û yên ku ji derveyî welêt hatin jî bila 14 rojan di malên xwe de bimînin û tevlî civakê nebin.(ÎLKHA)