Wezîrê berê yê edaletê Şevket Kazan wefat kir

Şevket Kazanê Wezîrê berê yê edaletê û Endamê Lijneya Îstîşareya Bilind ê Partîya Saadetê li nexweşxaneya ku li Enqerê lê dihat dermankirin wefat kir.

Ekleme: 10.03.2020 10:05:12 / Güncelleme: 10.03.2020 10:05:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Kazan di hilbijartinên ku di sala 1933yan de hatibûn kirin de ji Partîya Mîllî Selametê wek parlementer hatibû hilbijartin.

Kazanê ku heyamekê wezîrê edaletê bû di darbeya 12ê Îlona 1980an de hat girtin û hat xistin girtîgehê û di sala 1985an de hat berdan.(ÎLKHA)