Li Iraqê êrîş li leşkerên Amerîkaya îşxalker hat kirin: 2 mirî

Hat ragihandin di encama êrîşa ku li leşkerên Amerîka hat lidarxistin de 2 leşker mirin.

Ekleme: 10.03.2020 07:55:13 / Güncelleme: 10.03.2020 07:55:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Fermandarîya Hêzên Navendî ya Amerîkayê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, di operasyona ku ji teref leşkerên Amerîka ûm Iraqê ve hat lidarxistin de DAIşê êrîşî wan kir. Di encama êrîşa ku hat lidarxistin de 2 leşkerên Amerîkayê mirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin êrîş  roja yekşemê hat lidarxistin.

Amerîkaya îşxalker a ku micadeleya bi DAIŞê re ji xwe kiriye bihane li Iraqê 5 hezar û 200 leşkeran bi cî kiriye.(ÎLKHA)