Li Îranê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 237an

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 237an û zêdetirî 7 hezar û 161 kes jî bi coronavîrusê ketin.

Ekleme: 09.03.2020 16:05:15 / Güncelleme: 09.03.2020 16:05:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê Navenda Agahdarîkirinê ya Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Kîyanuş Cîhanpur li Tahranê di civîna ku tertîp kir de daneyên dawî yên derheqê coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Cîhanpur di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de  nêzî 595 kesên din jî bi coronavîrusê ketin û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 237an û hejmara kesên ku bi wan re bi coronavîrus hat tespîtkirin jî derket 7 hezar û 161 kesan.”(ÎLKHA)