Îran dê 70 hezar mehkûmên din jî serbest berbide

Serokê Edaletê yê Îranê Îbrahîm Reîsî destnîşan kir ew ê 70 hezar mehkûmên din jî ji ber corona vîrusê bên serbestberdan.

Ekleme: 09.03.2020 14:05:13 / Güncelleme: 09.03.2020 14:05:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berdevkê Erka Darazê yê Îranê Gulam Huseyîn Îsmaîlî  di daxuyanîya ku di 3yê Adarê de belav kiribû de destnîşan kiribû, ji bo pêşîya belavbûna corona vîrusê bê girtin biryar hatiye dayîn ku 54 hezar hikûmxwarî bên berdan.

Li Îranê heta niha 194 kes ji ber corona vîrusê canê xwe ji dest dan û bi 6 hezar û 566 kesan re jî corona vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)