Li Êlihê balafireke bêînsan ket xwarê

Tê diyarkirin hêj sedema ketina balafira bêînsan nayê zanîn.

Ekleme: 09.03.2020 11:50:18 / Güncelleme: 09.03.2020 11:50:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin balafira bêînsan a ku vê şeveqê ji Fermandarîya Baregaha Pergalên Balafirên Bêînsan a 14emîn bi hewa ket, piştî demekê ket nav zevîyên nêzî Kolana Diyarbekirê.

Balafira ku ket xwarê şewitî. Sedema ketina balafirê hêj nayê zanîn.

Piştî ku bi bûyerê hat hisîn re îtfaîye û polês hatin sewqkirin cihê bûyerê.

Li gorî agahîyên ku şahidên bûyerê ragihandine balafir çawa ku ket xwarê teqîn pêk hat ku dibe ji ber vê yekê balafira bêînsan a çekdar be.(ÎLKHA)