Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê: Em bi fikar in ku corona vîrus li Îdlîbê belav bibe

Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê xebat dan destpêkirin da ku li wan herêmên ku koçberên Îdlîbî di nav şert û mercên giran de dijîn, coronavîrus belav nebe.

Ekleme: 09.03.2020 10:55:26 / Güncelleme: 09.03.2020 10:55:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berdevkê Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê Hedinn Halldorsson destnîşan kir li Îdlîbê şert û mercên tenduristî û paqijîyê nebaş in ku niha ji bo teşhîs û tedawîkirina vê şobê derfetên lazim tune ne.

Halldorsson di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir, ji bo li herêmê tedbîr bên girtin xebat hatine destpêkirin, lê belê rejîm destûr nade ku ew derbasî wan herêmên ku di bin kontrola wan de ne.(ÎLKHA)