Avrupa Yetim Eliya ku bi xebatên ku dike dilê mexdûr û êtîman kêfxweş dike li Ugandayê ji alîyekî ve ji zarokên êtîm re, malbatên mexdûr re alîkarî dike û ji alîyekî ve jî ji bo temînkirina ava paqij bîrên avê da vekirin. Ji ber bîrên ku hatin vekirin xelkê herêmê gelekî kêfxweş û şad û bextewar bû.
Alîkarê Serokê Giştî yê Avrupa Yetim Eliyê Huseyîn Ateş derbarê mijarê de daxuyanîyek da. Ateş di daxuyanîya ku belav kir de qala ava paqij kir û destnîşan kir “Li Ugandaya Afrîkayê xebatên me yên alîkarîyê berdewam dikin. Îro me li herê mên cuda 7 bîrên avê da vekirin. Ev tê maneya ku ew ê 7 hezar însan karibin ava paqij temîn bikin. Bi vî awayî ew ê însan bi rihetî karibin avê temîn bikin. Rebbê min qebûl bike.”
Ateş di berdewama daxuyanîya xwe de bang li xêrxwazan kir û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Em li benda desteka hemû kesî ne.Ew ê bi heman awayî li welatên din jî bîrên avê bên vekirin. Welatên mîna Kenya, Somalî, Bangledeş, Filistîn û Afrîka, kampên penaberan ên Arakanê dê bîrên avê bên vekirin. Em li benda alîkarîya xêrxwazan in.Mala xêrxwazên me ava be û Xweda xêra wan qebûl bike.”(ÎLKHA)
![](/images/20/10/avrupa-yetim-eli-li-ugandaye-biren-ave-da-vekirin-c56a8e1a.jpg)
![](/images/20/10/avrupa-yetim-eli-li-ugandaye-biren-ave-da-vekirin-38a40392.jpg)
![](/images/20/10/avrupa-yetim-eli-li-ugandaye-biren-ave-da-vekirin-5f72ae35.jpg)
![](/images/20/10/avrupa-yetim-eli-li-ugandaye-biren-ave-da-vekirin-24f496f9.jpg)
![](/images/20/10/avrupa-yetim-eli-li-ugandaye-biren-ave-da-vekirin-65508b17.jpg)
![](/images/20/10/avrupa-yetim-eli-li-ugandaye-biren-ave-da-vekirin-59e32386.jpg)
![](/images/20/10/avrupa-yetim-eli-li-ugandaye-biren-ave-da-vekirin-c698e2f6.jpg)
![](/images/20/10/avrupa-yetim-eli-li-ugandaye-biren-ave-da-vekirin-1386bd71.jpg)
![](/images/20/10/avrupa-yetim-eli-li-ugandaye-biren-ave-da-vekirin-0456fb9d.jpg)
![](/images/20/10/avrupa-yetim-eli-li-ugandaye-biren-ave-da-vekirin-29495606.jpg)
![](/images/20/10/avrupa-yetim-eli-li-ugandaye-biren-ave-da-vekirin-54daa460.jpg)
![](/images/20/10/avrupa-yetim-eli-li-ugandaye-biren-ave-da-vekirin-88df1ef9.jpg)
![](/images/20/10/avrupa-yetim-eli-li-ugandaye-biren-ave-da-vekirin-f65fecb5.jpg)
![](/images/20/10/avrupa-yetim-eli-li-ugandaye-biren-ave-da-vekirin-f4e02077.jpg)