Li Xazzê ji ber coronavîrusê mekteb hatin tatîlkirin

Şewirmendê Medyayê yê Rêxistina Alîkarîya Penaberên Filistînî yê Neteweyên Yekbûyî Adnan Ebu Hasna destnîşan kir di bergeha tedbîrên ku ji ber coronavîrusê tên girtin de mektebên UNRWAyê hatin tatîlkirin.

Ekleme: 07.03.2020 09:05:14 / Güncelleme: 07.03.2020 09:05:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ebu Hasna di daxuyanîya xwe de diyar kir ew ê mesele di rojên pêşîya me de bi şikleke hûrgilî bê nirxandin.

Di berdewama daxuya ku hat belavkirin de hat diyarkirin ji ber rewşa awarte ya ku ji teref Mahmud Abbasê lîderê El-Fetîhê ve hatiye ragihandin li Zanîngehên  El Eqsa, Filistîn, Quds û El-Ezherê û zanîngehên li Xazzê jî di nav heta mehekê hatin tatîlkirin.

Wezareta Tenduristîyê yê Filistînê bi daxuyanîya ku belav kiribû destnîşan kiribû li Filistînî bi 7 kesan re corona vîrus hatiye tespîtkirin.(ÎLKHA)