Li Efxanistanê êrîşa çekdarî û bombeyî hat lidarxistin: 27 mirî

Hat diyarkirin rewşa Abdullah Abdullahê namzedê Serokortîyê baş e.

Ekleme: 06.03.2020 14:25:11 / Güncelleme: 06.03.2020 14:25:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Kabîla paytexta Efxanistanê  ji ber salvegera 25emîn a mirina Abdulaî Mezarîyê ji rêberên Şîî Hazarayê merasîm dihat lidarxistin. Êrîşa bombeyî û çekdarî li vê merasîmê hat lidarxistin.

Serokkomarê berê Hamîd Karzaî, Serokê Heyeta Îcrayê yê Efxanistanê Abdullah Abdullah û gelek rayedarên payebilind jî tevlî bernameya ku êrîş lê hatibû kirin bûbûn.

Di encama êrîşa ku hat lidarxistin de 27 kes canê xwe ji dest dan û 29 kes jî birîndar bûn.

Hêj tu kesî êrîşê negirt li ser xwe.(ÎLKHA)